Li Bexdayê şerê êşîran: 4 mirî, 10 birîndar
Li paytexta Iraq Bexdayê êvara Şemiyê eşîr bi hev ketin û di encamê de 2 jê polîs 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Iraq Bexdayê êvara Şemiyê eşîr bi hev ketin û di encamê de 2 jê polîs 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li taxa Saadayê di bûyeran de ji hêzên ewlekariyê yên ku destwerdan kirin 2 polîs mirin, 5 jî birîndar bûn.
Li gorî wezaretê, bi gulereşandina polîsan re jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 6 kes têkildarî bûyeran hatin binçavkirin. Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin ku şer di navbera du eşîrên hevrikê hev qewimî.
Li Iraqê ji ber taybetmendiyên kevneşop ên eşîran, biçekbûn û lawaziya otorîteya dewletê şerê bi vî rengî gelek caran diqewime.